Hawara Dîcleyê – Mehmed Uzun
Dengê jibîrbûyiyan, di vî beşê duwemîn ê romanê de jî tê vegotin. Vebêjê romanê wekî ava çemê dîcleyê bê west û rawest her diherike, dibe dengê dîroka nêzîk û kevneşopiyên ewçend qehîm û kevnare yên navçeyê û însanê wê serdemê. Qehreman û vebêjê romanê, Biroyê Dirêj bi sebra Eyûb Pêxember, serpêhatî û serbûriyên jiyana xwe yek bi yek bêyî ku bêhna xwe teng bike ji xortên dilovan ên hawîrdor re vedibêje. Riyên jiyana Mîr Bedirxan; dûr, dirêj û dijwartir dibin. Piştî serhildana Mîr û şerê mezin ê Osmaniyan, Mîr ji welatê Cizîra Botan; bi tevî nas, xizm, jin, cariye, yawer, zarok, nevî û nêzên xwe ji welêt tê nefîkirin. Pêşî Stembol û girava Girîdê dibe warê wî, bi dû re jî bajarê miqedes ê îslamiyetê Şam. Sirgûn dibe qedera wî.
Berdewamiya Hawara Dîcleyê ya Mehmed Uzun, bi mirin, qîrîn, hawar, sirgûnbûn, çîke-çîka şûrên şûrbazan û dengê bilind ê bêdengiya Estera Keldan, ku di dil û mêjiyê Biroyê Dengbêj de her olan dide, didome û bi vê gotina ku êdî bûye klasîk ”We xwest, min jî got û ji îro pê ve êdî hûn ê bibêjin, pêşî ji kesên ku li serpêhatiya min meraq dikirin, paşê jî ji der û dorên xwe re. De niha qendîlê bitefînin û êdî herin,” bi dawî dibe.
Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.