7.99 

Pirtûk: Mijarên Mîqro
Nivîskar: Çiya Mazî
Cure: Çîrok

حالة التوفر: متوفر في المخزون

Mijarên Mîqro – Çiya Mazî

Pirtûka Çiya Mazî ya 2’yemîn e Mijarên Mîqro. Ji 14 çîrokan pêk tê. Çîrokên vê pirtûkê bi piranî  li cihê ku kurd lê dijîn hatine holê. Têkiliyen mirovan bi hevdû re û bi dewletê re bûne mijara çîrokan.
Ji çîrokek pirtûkê:

(EM)
Em bist û sê heb bûn di qawişekê de. Di îloneke nermijî de, em ji bo tawanbariya “li ber erka hingizîn serî hildan” hatibûn girtin. Pir li me xistin û tiştên nemayê bi me kirin. Ji bo ku me tiştek nexist stuyê xwe; me mîz vexwar, me mişkê sax xist devê xwe. Çiçik û guliyên yarên me rê me dan, me got “bila em bimirin, ma çi xem e.” Em nepeyîvîn, ji bilî yekî ji me; li me mikur hat û hezar buxtan xist stuyê me. Bû sîxurê nava me û ezabê qawişa me. Em newêrîbûn bipeyîvana. Wî peyvên me dibir ji wan re, wan jî dihûnandin û filîm jê çêdikirin li navendê. Diviyabû em xelas bibana ji wî yê ji me. Bi rojan em fikirîn ji bo çareyeke xelasbûna ji wî. Tiştek tunebû ku me jê xelas bikira. Rojekê me biryar da; ew ji me çêbûbû, diviyabû tiştekî ji me ew biqewiranda.  Me got: “bidin hevdû  kêç û sipiyên navran, doxîn, doşek û lihêfên xwe.”  Ne zahmet bû sipî hevdan. Di du rojan de me da hevdû, ji xwe, ji porên xwe, ji bin çengên xwe. Bi xwe dibûn top li nava paçikekî. Me şevekê ew topa spiyan, bi fenekê xist nava nivînên sixurê xwe. Carekê çû lê cardin şandin, me çalakiya kêç û sipiyan dubare kir. Cara sisiyan çû û hew hat. Me xwe ji wî kurmê bedena xwe xelas kir û em keniyan roja ku cara dawî çûbû ji nava me.

منتجات ذات الصلة

Shopping Cart

تم إيقاف الطلبات مؤقتًا. سنعود قريبًا! Sparîş hatine rawestandin, em ê di demeke nêz de vegerin! Bestellungen wurden vorübergehend gestoppt. Wir sind bald zurück! Orders have been temporarily stopped. We’ll be back soon! تجاهل

Mijarên Mîqro - Çiya Mazî - pirtûkên kurdîMijarên Mîqro
7.99 

حالة التوفر: متوفر في المخزون