Sîddhartha (Evsaneyeke Hindî) – Hermann Hesse
Ji Elmanî: Huseyin Kartal
Siddhartha (Evsaneyeke Hindî) wekî berhema sereke ya nivîskarê xwedîyê Xelata Nobelê Hermann Hesse tê hesibandin. Siddhartha cara yekem 1922an de hat çapkirin û heta niha li ser 54 zimanî hatîye wergerandin.
Siddhartha bi salan wekî pirtûkeka pîroz ji destê xwendevanan neket. Gelo sedema ev çend xwendina pirtûkê çi bû? Siddhartha ji bo xwendevanan bangewazîya avakirina jiyaneka nû dikir. Hesse di Siddharthayê de mîstîsîzma rojavayê payebilind dike û salên ewil a jiyana Buddhayê bi şêwazeka helbestî vedibêje. Hesse dibêje „Siddhartha rizgarbûna min a ji ramana hindî û azadbûna min e, rêya min a xelasbûna ji hemû dogmayan ez birim ber bi Siddharthayê ve; heta dawîya jiyana xwe jî ez ê di vê rêyê de bimeşim.“, „Di vê pirtûkê de min hewl da ku xalên hevbeş ên hemû olan, bawerîyên hevbeş ên hemû merivan û nirxên ku ji alîyê hemû kesan û hemû neteweyan ve bên pejirandin dest nîşan bikim“
Di romanê de çîroka zarokê malbata Brahman Siddhartha tê vegotin. Siddhartha dixwaze bigihîje agahîya rastin û bibe Buddha. Ji ber vê sedemê ji malbata xwe ya esilzade vediqete tevlî çîlekêşan (Samanan) dibe. Gelo ev lêgerîna wî dê bigihîje kîjan encamê? Hesse bersiva vê pirsê dide; „Meriv dikare agahîyê veguhesîne keseka/î dinê, lê aqilmendîyê na. Aqilmendî dikare bê kifşkirin, aqilmendî dikare bi jiyîn, aqilmendî dikere merivan payebilind bike, aqilmendî dikare dehîtan (mucîzeyan) derxîne holê lê aqilmendî nikare bê vegotin û fêrkirin.“