Destana Kawa Û Azhî Dehaq – Arjen Arî
me lome nekir ji wan
na na, û ne ji yekî!
navê lawê xwe kiribe Sîpan kurdekî
me lîland
loma, bi Sîpan in stranên me
ka bistrê, heyran!
Arjen Ari kî ye?
Di sala 1956an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve hate dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Nisêbînê kuta kir. Di sala 1979an de ji Zankoya Dîcleyê, ji beşa Zimanê Tirkî mezûn bû.
Helbestên wî di kovarên weke Berbang, Tîroj, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Rewşen, Nubihar, Gulistan, Kevan, Peyv, Nûbûn û Karwan de hatin weşandin. Di sala 2004an de yek ji avakarên Komeleya Nivîskarên Kurd bû li Amedê.
Di 30ê Cotmeha 2012an de ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe û li Goristana Yenikoyê ya li Amedê hate definkirin.
pirtûka helbestan ya bi navê Destana Kawa Û Azhî Dehaq ya Arjen Arî ji weşanên Sorê ye.