Rêzimana kurmancî – Samî Tan
Li gorî pêşgotina pirtûka Rêzimana Kurmancî, Samî Tan di vê çapê de hemû mijar di ber çavan re derbas kirine, bi taybetî ravekirina mijaran li gorî pênasekirinên di ferhengên zimanzaniyê de ji nû ve hatine nirxandin û nivîsandin. Nemaze mijara lêker û raweyan bi hûrbînî ji nû ve hatiye nirxandin û di dawiya her mijarê de çend nimûne ji stran û berhemên wêjeyî hatine pêşkêşkirin.