Hînker asta duyemîn – Samî Tan
Hînker asta duzemîn bi hevkariya Samî Tan û Ronayî Onen amade bûye.
Ev pirtûka li ber destên we, pirtûka asta duyemîn a setekê ye. Bi vê pirtûka asta duyemîn dê kesên ku Hînker Kurmancî asta yekemîn qedandibin karibin kurmanciya xwe bigihînin asteke bilindtir. Her wiha ew kesên ku bi kurmanciya devkî dizanin dê hînî rêgez û rêzikên kurmanciya nivîskî bibin.
Di vê pirtûkê de li gel zimanê nivîskî, qalib û şayesên kurmanciya gelêrî bingeh hatine girtin û deqên otantîk lê hatine zêdekirin. Ev pirtûk dê bi rênîşanderiya mamosteyan xwendekarên zimanê kurdî bigihîne asta sêyemîn.
Di vê pirtûkê de;
Diyalog û nivîsên li gorî pêdiviyê
Pirs û xaçepirsên bikaranîna zimên
Mijarên rêzimanî û hîndariyên têkildarî wan
Li dawiya her unîteyê spartekên bi hîndariyên cur bi cur
Bi nimûneyên bikêr ji stran, helbest û zargotina kurdî danasîna çand, dîrok û wêjeya kurdî
Lîsteya lêkeran bi kişandina li gorî dema borî, dema niha û raweya fermanî
Bersivdanka hîndarî û spartekan Taybetiyên zimanê kurdî
Dengên bingehîn ên kurdî bi Alfabeya Navneteweyî ya Fonetîk (IPA)
Hûn dixwazin kurdî zû fêr bibin lê çavkaniyê kêrhatî li ber destê we nîne? Bi Seta Hînkerê re ev problem ji binî de çareser dibe. Xebata ku ji aliyê mamosteyên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve li gor qaideyên fêrkirina ziman hatiye amadekirin. Bi vegêraneke hêsan û kêrhatî ya mijarên rêzimanê, bi pirs, rahênan, dîmen û lîstikên ku mirov li kurdî germ dikin, ev kitêb dê bibe mifteyek xweşik bo hînbûna kurdî. Kurdî ti carî ewqasî bikêfxweşî û zû nehatibû fêrkirin. Keremkin hûn bi xwe Hînker 2 tecrube bikin!