Adat û Rusûmatnameê Ekradiye – Mela Mehmûd Bayezîdî
Ev pirtûka wêje, folklor û zargotinê ji aliyê nivîskar Jan Dost ve hatiye amadekirin û ji weşanên Darayê belav bûye.
Ev pirtûka ku di destê me de, berî her tiştî pirtûka civaknasiyê ye. Etnografiya milletê Kurd e. Lê ew bêtir li ser civaka Kurdên koçer e. Di vê pirtûkê de rabûn û rûniştina civaka Kurdî, dab û reng û rûyên jiyanê hemî di xwe de diguncîne. Ew mirêka civakê ye. Zimanê wê gelekî rihet e û nêzîkî têgihîştina xwendevanên dema xwe ye.