Bagera dilvîn – Baran Heso
Şev û roj li min kirine yek
Ez naxwazim ku bimîne sînor
Di navbera min û te de
Dilekî ji gilokên agir çêkim
ji bo ku kes nêzîk nebe
Bera jana wî agirî ji min tenê re be
Ji bo min ew aveke sar e
Ez ê vî dilî pê hênîk bikim
Bagera ez pê dilşad im
…Û himêz dikim