Bînberdana Germ – Wecîha Abdulrehman
Bîna min teng bû ji hûrbîniyên şîrovekirinê, ez li xwe mukur têm ku di destpêkê de min dixwest wî bikşînim axaftinê û ez pê re derbasî serpêhatiyên wî bibim, lê piştî destê min hilmisand û bi hêz ez hembêzkirim, ez ya bê par ji bîna mêrekî, vêce ez ji hûrbîniyên ku vedigotin di tengijîm, ez dixwazim ew gotina xwe bi dawî bike da ji min re vala bibe, da ez pê re wan kêlîkan bijim evîndareke ku hew dikare ji wê dûr bibe.