GUMAN 1 – Ibrahîm Seydo Aydogan
pirtûka GUMAN 1 ya Ibrahîm Seydo Aydogan encama xebateke berfireh ya salan e ku li ser zimannasiya kurdî hatiye kirin. Lêkolînên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser zimanê kurdî ku wî dawiya salên 1990’î dest pê kiriye, jê re bûbûn alîkar ku xwendina xwe ya bilind jî li ser bike. Piştî 17 salên xebateke bi îstiqrar û bi înad, Îbrahîm Seydo van lêkolînên xwe yên ku pirraniya wan di konferansên zanistî de hatine pêşkêşkirin û nîqaşkirin, axir bi cildekî bedew ve gîhandine hevdu û Weşanxaneya Lîsê ew weke pirtûk çap kiriye.
Di van lêkolînên xwe de, yên ku gellek ji wan cuda cuda berê jî di pirtûk û kovarên kurdî û fransî de hatine weşandin, Îbrahîm Seydo berî her tiştî hewl daye ku li ser pirsgirêkên zimannasiya kurdî bixebite. Lewma jî, rêzimanên kurdî kurmancî di warê termînolojiyê de û di warê sîstema deman de dane ber hev. Seydo bi vî awayî gihîştiye encama ku hemû rêzimanên kurdî ji ber pêdiviyên demê û nebûna xebatên zanistî tim agahiyên bingehîn û bi hevokên sade ve hatine bisînorkirin û rêzimanên kurdî bi kûrahî ve bala xwe nedaye avakirina hevokên kompleks ku ji bo avakirina tekstên wêjeyî yên nûjen pêdiviyeke bingehîn e. Vê çavdêriyê ew biriye lêkolîneke berfireh ya li ser vê mijarê û ew di vî warî de kiriye yekem kes ku sîstema hevokên kompleks ya zimanê kurdî kurmancî daniye. Em dikarin bibêjin ku demansiya kurmanciyê cara yekem e ku dibe mijara xebateke zanistî. Îbrahîm Seydo j ibo avakirina sîstema deman, pişta xwe spartiye felsefeya zimanî û teoriya referansa demê ku di zimannasiya giştî de îroj li seranserê cîhanê weke modeleke bingehîn tê pejirandin.