Herba Cîhanê 2 – Celadet Alî Bedirxan
Helbet li ser Herba Cîhanê ya Duyemîn pirr çavkanî hene,lê ferq û giringiya a pirtûkê ev e ku bi dîtin û têgihîştina Rojhilatiyekî û ferqa herî giring bi pênûsa Kurdekî hatiye nivîsîn; û li aliyê din ev pênûs ji ber ku ji ava wêjeyê vedixwar zimanê nivîsan li gel naveroka xwe pirr nerm û henûn e.Mîr CeladetAlî Bedîr-Xan, van nivîsên li ser herbê ji şamê dinivîse,yanî mirovekî ne ji derveyî herbê rasterast ji zikê herbê daqûlî dinyê dibe û li gel sînorê herbê yê fireh ew gav bi gav şopandiye û bi bêterafî pênusa xwe bi kar anîye.
Herba Cîhanê 2 ya Celadet Alî Bedirxan ji weşanên Belkî ye.