Kurtedîroka Wêjeya Folklora Kurdî – Heyder Omer
Nivîskar û lêkolîner Heyder Omer bi serbora xwe ya dûm û dirêj di warê nîvîsandin û afirnadinê de, pirtûkek nû di derbarî dîroka folklorê kurdî derxist bi navê „Kurtedîroka Wêjeya Folklora Kurdî“.
Nivîskar Heyder dibêje: Min xwest girîngiyê bidim dîroka wêjeya kurdî û beşekî jê pêşkêşî gelê kurd bikim, û hin xalan ron û zelal bikim.
Heyder Omer, di sala 1952’ê li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji dayikê bûye.