Lehengê Tazî – Newaf Mîro
Lehengekî Tazî“, çîroka kurdekî êzidî yê bi navê „Keleşê Reş“ e. Piçûkanîya Keleş li ber destê dêya wî Xatûnê bi perîşanî derbas dibe. Keleş jî zirz û dizek mezin dibe û dibe endamekî Artêşa Osmanîyan.
Roman, jîyan û rewşa wê serdemê xweş dîyar dike, xew û xwarina serbazan, şer û cengên Osmanîyan li dijî „gawiran“, nêrîna misilmanan li kesên nemisilman û her weha çîroka evîna Keleşê êzidî û Perîxana keça paşayê wî.
Mijara romana Lehengê Tazî ya nivîskar Newaf Mîro nû ye, lewra derfetekê dide xwîneran ku bibînin û bizanin ka wan gîyanên perîşan çawa jîyana xwe di wan rojên reş de diborand û dihêle xwîner bûyerên wê çaxa dîrokî -dema bi awayekî nedîrokî rû didin- bibînin.