Li Mala Mîr – Firat Cewerî
“Firat Cewerî: Gelo miletên bindest bi çi awayî dikarin heyîna xwe ji serdestên xwe biparêzin? Mîr Celadet Alî Bedirxan: Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quweta du çekan diparêzin.
– Çi ne ew herdu çek?
– Ol yek, ziman dido.
– Baş e, mamoste, heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê divê miletê bindest kîjan çekê li hemberî serdestên xwe bi kar bîne da ku bikaribe heyîna xwe biparêze?
– Heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e…”
Di salên nodî de, Firat Cewerî bi riya kovara Nûdemê û bi jinûveweşandina kovara Hawarê, rewşenbîrê me yê bêhempa Celadet Alî Bedirxa ku di sînorê jibîrkirinê de bû, dîsa derxist, gihand nifşê me û aktuel kir. Cewerî, di vê kitêba ku bi forma romaneke modern de hatiye hûnandin, li mala Rewşen Xanimê dibe mêvan û bi Mîr Celadet Alî Bedirxan re dikeve diyalogeke kûr û piralî. Di siya xewn û rastiyê de, portreyekî Mîr Celadet Alî Bedirxan yê ji dîroka sedsalane hêdî hêdî zelal dibe û tahmeke edebî ya xweş li dû xwe dihêle.
Firat Cewerî pirtûka xwe ya bi navê li mala mîr wek bîranên xwe û Mîr Celadet elî Bedirxan nivîsîye û pirtûk ji weşanên Avestayê derketiye.