11.99 

Pirtûk: Piçek Jiyan Qetek Asiman
Nivîskar: Fawaz Husên
Cure: Roman

Verfügbarkeit: Auf Lager

Piçek Jiyan Qetek Asiman – Fawaz Husên

Di “Piçek jiyan, qetek asiman“ de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêşîn li deşta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe. Ew bi pênûsa dilê xwe dîroka civakî û bîranînên kesane bi hev re dihûne, wan ji windabûnê diparêze, wekî hibriyek rengareng dispêre bayê bêrîkirinê û diyariyî rûhê xwendevanan dike.
Ji mêj ve, bajar ji kurê xwe nîşanek spasguzariyê dixwest. Bi vê berhemê, Fawaz Husên eşkere dike ku nan û xwêya wî ne li ser çokên wî ne. Ew Amûdnameyê dinivîsê û bajarê xwe dike navnîşana bengîniyê û cih û warê birîn û hêviyê. Gotinek pêşiyan dibêje “Tiştê çû, mede dû”, lê Fawaz Husên berevajoyî wê dike, dibêje “Tiştê çû, bide dû” û piştî ewçend sal, li Amûdê vedigere. Ew li Amûdê, toza wê, sînemaya şewitî, çemê miçiqî, pêwendiyên di navbera mesîhî, êzdî û misilmanan de, hevpeyvînên kelîseyan bi mizgeftan re, ew li hemûyan dizîvire, wan zinde dike û vedijîne.
“Piçek jiyan, qetek asiman“ nameyek evînê ji bo axa welatekî windabûyî ye. Ew li ser demên buhurî û dewranên ku tucarî nema vedigerin nimêjek e.

Schriftsteller

Kategorie

Verlag

Seiten

264

ISBN

9786055279783

Sprache

Ähnliche Producte

Warenkorb
Piçek Jiyan Qetek Asiman - Fawaz Husên - pirtûkên kurdî - romanPiçek Jiyan Qetek Asiman
11.99 

Verfügbarkeit: Auf Lager