Ristek Lale – Mizgîn Hesko
Beşek ji Pirtûka Ristek Lale ya helbestvan Mizgîn Hesko
Meya Kurdî
Meyger, tu wê bejnê ne hejîne
Wiha tu xeman her di barîne
Meyger, bes wê meyê bigerîne
Xan im şûşa xwe bi vir de bîne
Canê, xweşiya dilan kedere
Keder şahiya, şahî kesere
De were xan im, bi vir de were
Em ê meya nuh çêkin ji xwe re
Ji keçkaniya xwe, bêxe şûşê
Û hin ji rondikên wê dergûşê
Tevlî ke pêlên Dicleû Ferat
Hin ji axa Mihabad Û Mûşê
Tevlî ku şaxê dara hinarê
Gaziya Ciladet û Hawarê
Xameya Xanî, kurdî dibarê
Feqeh vexwarî ji lêvên jarê
Meyê bibe nav wan gund û şara
Şiyar ke raketî û xewara
Dilê xemgîn. Ew zemîna jara
Wan bîne bextê roj û bihara