Xeyala vegerê – Huseyîn Dûman
Nazocan , niha dem êvar e. Êvarek ji êvarên bajarê Wanê ye. Roj dîsa ji bajêr xatir dixwaze û diçe. Ev dîmena min û te bû. Me bi hev re, li van êvaran pir xeyal ava kirin. Dizanim, niha te pir bêriya van deman kiriye. Lê çi bikim, çavê felek û dijminan kor be. Ez hatim hevdîtina te. Min xwast Nazocana xwe bibînim. Ez hatim tewafa te. Min axa gora te maçî kir. Min li şûna gulan dîle xwe yê birîndar ji te re an3i. Dema niha diçim, ji çavên xwe çend rondikan ji te re dihêlim.
Xeyala vegerê ya Huseyîn Dûman ji weşanên Aram derketiye.