Fêrbûn – Prof.Dr.İlhan Kızılhan
Fêrbûn – Pirtûkek ji bo zarok û ciwanan ya Prof.Dr.İlhan Kızılhan.
Zarok mereqdar in û zû fêr dibin. Pirsan dikin û li bersivan digerin: Çima ez heme? Mirov ji ku derê tên? Çima em dikarin bipeyivin? Çima mirov şer dikin? Zarok ji zarokbûnê ve şagirt in û dixwazin cîhana xwe nas bikin.
Di vê pirtûkê de nivîskar li gorî asta zarokan metnên xwe dinivîse û dikeve pey bersiva hinek pirsan. Bêguman bersiva wan pirsan a li gorî asta zarokan bi zehmet e, ji ber ku cîhana zarokan li gorî ya me mezinan aloztir e.
Kitêb li ser girîngîya perwerdehîya zarok û ciwanan disekine û xwe dispêre daneyên akademîk û zanistî.
Kitêb di heman demê de ji bo wan mezinan e jî yên ku bêyî şermê bi zarokan û ji zarokan fêr dibin.