Tîrêj – Dîwan
Dîwana Xelat, Zozan, Cudî
Helbestên Seydayê Tîrêj rengvedana jiyana kurdan a sedsala 20an e. Heta ne tenê kurd, dîroka kurdan a nêz, wek şerê azadiyê li başûrê Kurdistanê, gelek bûyerên li Rojhilata Navîn û dinyayê jî ji helbestên wî re bûne mijar. Helbesta Tîrêj şahidê dîroka gelê kurd a sedsala borî ye. Ji şerê serxwebûna Cezayîrê bigire heta berxwedana gelê Vîetnamê, ji têkoşîna Filistînê bigire heta şoreşên ku bi pêşengiya Che Guevera li Amerîkaya Latîn rû didan, tê de dixuyin.
Dîwan ya seydayê Tîrêj ji her sê dîwanên wî Xelat, Zozan, Cûdî ve pêk tê.
Qulingê min çima îro
Bi qîrîn tê ji germiyana
Bi çeng û bask û perwana
Berê te wa li zozan
Li te rê dûro , westawo
Ji heval hogiran mawo
Berê te her li berjor e
Dikî gazî li pê wana
Bi vê qîrîn û hawarê
Xem û dedêm te tevrakir
Birînên dil te axaftin
Bi wan êş û kul û jana
Gelo ma qey tu dilya ye
Ji germa kerbela jaro
Di vê cihê bav û bapîran
Welatê berf û barana
Welatê kanî û ava
Welatê wa çemû mava
Welatê çîçek û baxa
Welatê mêrg û çîmena
Welatê fêris û mêra
Cihê petrol û mircana