Eva – Varoj Têlo
Romana Eva ya Varoj Têlo.
Ev romana bi navê Eva ku navê xwe ji lehengeke xwe digire, bûyerên wê li Kurdistan, Korea û Swêdê diqewimin û tesîra trajediya şereki ku li dûrî Kurdistanê pêk hatiye, radixe ber çavan. Lehengên romanê Ronî û Eva ji Ewropayê têne serdana bav û diya Ronî li Kurdistanê. Wêneyê ku bavê Ronî dide hevala kurê xwe, dibe sedem ku Eva xwe ji pira bilind a li nava Stockholmê bavêje nava deryayê û Ronî jî li dû wê… Şer… tevî ku şerê Koreayê dûrî Kurdistanê çêbûye jî bandoreke me- zin li ser malbata Ronî kiriye. Şerê Korea û rawestîna wî hiştiye ku kalkê Ronî hîşê xwe wenda bike… Her wisa dilê bavê wî şikestî dimîne û hevala wî jî întixar dike û Roni jî li dû wê… Ji xeynî Eva û xwendevanên hêja wê kes nizanibe çima bûyer wilo çêbûne. Xwendevanên heja, hûn jî ji tu kesî re serê vê trajediyê nebêjin!