Hewarî – Hecîyê Cindî
Hewarî jînenîgarî an jî bi gotineke din otobîyografîya Hecîyê Cindî ye. Nivîskar di berhemê de pîne bi pîne bahsa sepêhatîyên li gorî wî girîng kiriye û peyv bi peyv ferhenga kelepora Kurdî pêşkêşî me kiriye. Tiştê balkêş ew e ku nivîskar xwendevanan jî bi xwe re dibe Sîbîrê û wan dike çavdêrên jîyana xwe a li wê derê. Lê divê xwendekar zanibin ku ji ber hin sedeman nivîskar bahsa gelek tiştên ku li Sîbîrê jiyaye jî nekiriye.