Bajarê Moriyan – Yehya Elewîferd
Pirtûka Bajarê Moriyan ya Yehya Elewîferd ji hêla helbestkarê hêja Yehya Elewîferd ve hatiye nivîsîn. Helbestkar û nivîskarê me li Xorasana Îranê ev bû 20 sal e ku li ser wêjeya zarokan xebatên xwe didomîne. Xwedî û berpirsyarê weşanxaneya Emû Elewî ye. Y. Elewîferd di vê pirtûka xwe de leheng wekî Morî an jî Kurmorî hilbijartiye û bi saya jiyana moriyan , jiyan û daxwaziyên zarokan bi rêya helbestan vegotiye. Di pirtûkê de helbestên bi navê “Bajarê moriyan, zarokên moriyan, park, trafîk, çiyager,kamera, cîranên min,bûka min, helaw û wendabûn.” Bi tevahî 10 helbest cî girtine. Wêneyên pirtûkê ji hêla Îlgar Rehîmî ve hatine neqişandin