Serê Şevê Çîrokek – Amadekar: Selîm Temo
Edîtor: Cumhur Ölmez
Wênexêz: Halit Siyar – Sadık Hangül
Dîzayna Bergê: Şener Özmen
Ebat: 19*27
Berga Taybet
De werin delalokên malan, va ye wêne hene di pirtûkê de. Bîhna kulîlkên welêt difûrin ji pirtûkê. Derî hene ku berê wan li asîmanî ne. Mêrgên heşîn hene. Heywan hene. Deryayên şîn hene. Çiyayên rengîn hene.
Îcar kerem bikin û serê her şevê çîrokekê bixwînin yan jî guhdarî bikin ku xewnên we bi kurdî bin. Di nav xewnên xwe de bi aramî bigerin. Bila her şeveke we bi çîrokekê binexşe.
Serê Şevê Çîrokek ya amadekar Selîm Temo ji weşanên Darayê derketiye û ji
12 Navdar
12 Klasîkên cîhanê
12 Helbest
12 Destanên kurdî
318 Çîrok
pêk tê.
366 xewnên bi kurdî: Serê Şevê Çîrokek