Rêgehên Keskîn – Mizgîn Hesko
Awirên wî
Min…
Vedhewînin asoyên bedeng.
Û dem…
Ku bi çirûsîna gelawêjê re
Ber bi keskahiya işqê ve
Dibeze.
Weha…
Keskîn in rêgehên stêran
Keskîn in şopa katejimêran
Û tîrên çavên wî
Dema ku tevlî awirên min dibin
Û pêk ve
Mîna du hespên bejî
Weha hêmin
Bê guneh
Ber bi keskahiya
Kenarên bê dawî
Dibin.