Rê Heyvanê Her Tiştî ye – Mehmûd Badilî
Jiyan rê ye
û rê heyvanê her tişt ye
gelo tu li ser çi rêkê ye,
û jiyan,
li ser çi çaterêkê li hêvîya te ye..?
De ji xwe re
rêyekê bigire
li gorî taya çemê xwe
û xewna xwe pêxwaz berde
çiqasî zevî tarî bin
çirûskek ronahî
dê ji deverekê bide der..