Kehreman – Rêzan Îsa
Roj wek hev derbas nedibûn, Nalînê piranîya dema xwe li amadebûna gotarbêjên rewşenbîrî derbas kirin, yên ji bo perwerdekirina konevanî û derûnîyê li dar diketin, Nalînê dikarîbû hin pirtûkan di dema valahîyê û katjimêrên taybet yên xewndinê da bixwîne û wisa rewşenbîrîya wê bi alîkarîya wan gotarên pir firehtir bû, nêzîkî deh rojan di ser hebûna wê ra di leşkergehê da derbas bûn.
Destê sibehê hîs kir ku tiştekî têvil di rojeva rojane da heye, vêca piştî bikarînîna rahênêrîyên werzişî di serê sibê da û xwarina taştê tev ber bi qada leşkergehê va çûn, li wir maseyek û rêzên kursîyan li ser dirêjahîya qadê hatibû danîn, wisa depek û hin pênûsên şînyar jî danî bûn û kamîreyeke wêneyî fotografî li quncikekî qadê daçikandî bû, û kamîreyeke wênekêşîya vîdyo jî, wê gavê nas kir ku serok li leşkergehê ye û dê gotarekê bide.
Romana Kehreman ya Rêzan Îsa ji weşanên Avayê derkeriye.