Berfwerîn – Rênas Jiyan
min taliyê jiyan ji bîr kir
mirov çawa dimeşiya li ser rêyên nigbirçî?
ev tu ji min re nabêjî mirin û jiyan kengî bûn berdêlî?
ma ne xwirîniyan destê te mastê miyan bû
ma ne êvaran komika sêwiyan xwe bi dawa te digirt
ev zeman kengî bû şeytanekî bitextik?
ax, keçik!