14.99 

Pirtûk: Bîra Qederê
Nivîskar: Mehmed Uzun
Cure: Roman

Nemaye

Bîra Qederê – Mehmed Uzun

Bîra Qederê ya Mehmed Uzun ji şanzdeh fotografên binemaliya mîrê kurd Bedir-Xan pêk tê û bi mirinê dest bi vegotinê dike.

Piştî mirina Celadet Beg êdî fotografên ku li pey wî mane dipeyivin. Jiyana wî ya ku di destpêkê de qurmiçî bû, bi carekê ve jîndar dibe û vediguheze jiyaneke têkel û rengîn. Di serê sedsala bîstemîn de, Stembola ku kozmopolît e, her texlît milet û mirovî di paxila xwe de dihewîne; dibe warê Celadetê pêşîn ê jiyanê. Paşê, ew jî mîna gelek welatî, nêz û nasên xwe dibe mişextî, ji welatê xwe bi dûr dikeve, dibe sirgûn. Saraya Osmanî û Bab-i Alî, Pira Galatayê û Taxa Kadikoyê, Şerê Cîhanê, kovara Hawar û Ronahiya ku dengvedana wan li Şamê deng vedide û dengê zimanê kurdî digihîne çar aliyê dinê, dibe yek ji wan fotograf û sûretên berbiçavtirîn ên romanê. Seranserê jiyana Celadet Beg, bi her awayî ve dibe navenda têkoşîn û zanîn, trajedî û evîn, warê keser û berxwedanê.

Nivîskarê Romanê: Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Nivîskar

Weşanxane

Kategorî

ISBN

9786057728692

Ziman

Rûpel

360

Dibe ev jî bala te bikişînin!

Shopping Cart