10.99 

Pirtûk: Çar Leheng
Nivîskar: Osman Sebrî
Cure: Roman

Nemaye

Çar Leheng – Osman Sebrî

Di pirtûkoka “Çar Leheng” de, Apê me Osman Sebrî bi zimanekî rewan û berdil behsa lehengîya çend mêrxasên Kurd dike ku serî li hemberî sitemkarî û zordarîya dewleta Tirk hildaye û navên xwe bi tîpên zêrîn di deftera niştimanperwerîya Kurdistanê de nivîsandine.

Ji Ferzendeyê xweşmêr bigire ku wekî siwarekî çak ê Serîhildana Agirîyê tê naskirin û cihê bawerîya fermandarê Kurd Îhsan Nûrî Paşa bû, heta bi Seyîdxan, Silêman Axa, Mistefa û Remezanê ku bi tena serê xwe li hemberî du alayîyên dijmin şer kir û nêzî heftê leşker kuştin û birîndar kirin. Lehengê dawî jî Adil Beg e ku rûmeta xwe li pêşberî mifrezeya leşkeran neşikand û bêbavîya efserê Tirk danequrtand û ew û mifrezeya wî di xwînê de vegevizandin.

Apê me Osman Sebrî ku bi xwe xweşmêrekî Kurd ê welatperwer e û salên jîyana xwe bi temamî di nav zindan, jankêşî û derbiderîyê de derbas kirine; bi pênûsa xwe ya tûj pesinê qehremanîya Kurdistanîyên duh dike ku meydana Kurdperwerîyê tu carî ji wan xalî nebûye

Dibe ev jî bala te bikişînin!

Shopping Cart

تم إيقاف الطلبات مؤقتًا. سنعود قريبًا! Sparîş hatine rawestandin, em ê di demeke nêz de vegerin! Bestellungen wurden vorübergehend gestoppt. Wir sind bald zurück! Orders have been temporarily stopped. We’ll be back soon! Dismiss