Çavê Ji Xewê Derneg Mayî – Ciwan Qado
Wek kirasê feqîrekî ku ji fedîya pîneyan
Bermeqlûb hatibe li xwe kirin
Hatime li xwe kirin.
Ber bi hundir ve kupîya ne xwestek
Wek derzîyên ku nû ji talana tezebûna şadîyê
Û dirûna birînan, vegerîyabin,
Xwe li hawîrdora canê min diçikînin.
Ev canê ku derzîdanka sawê ye
Kizinê nehedanê ye
Motka Sîmirgan e
Di hundirê wêde razayî me
Û rûyê min bi dîlok û wêranan seyandîye.
——–
Ciwan Qado helbestkar û wegêr e. Di sala 1980ê de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.