Derziya tirsê – Heysem Hisên
Ez Ridwanê kurê Mûsoyê Libnanî me. Ez wek Ridwanê Perestar têm naskirin an jî carna dema xelk dabaşa min dikin, navê min tenê wek perestar hildidin. Min ev bernav hem bi ked û hem bi deyax û sebra xwe bi dest xist. Li gundê ku berê wek Gundê Nihênîyan an Gundê Pîroz dihat binavkirin û niha jî wek Gundê Bedkaran tê naskirin, ev bernav ê min tenê bû.