Dojeh – Receb Dildar
Zindan, mirov dixîne, mirov dirizîne, tu dibî wek qalikekî pûç. Zindan, qada man û nemanê ye. Yan tu yê ji bo qurtek av û parîyek nan, fermanên wan bi cî bînî, yan jî canê te digrin. Îcar can şîrîn e, herkes nikare canê xwe teslîm bike. Ma em hemû ne wisa ne? Ma em hemû nebûne êsîrê canê xwe yê şîrîn? Em çi dikişînin, ji destê canê xwe dikişînin. Li vê derê, navê mêrxasîyê mirin e, mêrxasîyekî din pere nake.