10.99 

Pirtûk: Li Ber Sikratê
Nivîskar: William Faulkner
Cure: Roman

Li Ber Sikratê – William Faulkner

Werger: Ciwanmerd Kulek

Berhemeke din a ji rêza wêjeya cîhanê ku Weşanxaneya Lîsê bi pêdagirî didomîne romaneke bijare ye, ji William Faulknerî. Evê romana neqane ya nivîskarê şareza û naskirî cara pêşî di 1930’yî de çap bûye. Roman behsa erdnîgariya sereke ya William Faulknerî, ji Başûrê Emerîkayê, jiyana gundewar û bi qalmeqalma mirovên wê yên ji rêzê dike û reng vedide. Li dora babeta dayikeke li ber mirinê û piştî mirina dayikê, li ser wesyeta wê ku termê wê dibin li navçeya wê ya eslî ku veşêrin û di rê de bi barana ku tê û ava çêm radike re pira li ser çêm dirûxe,  şepirzetiya di rêwîtiya xwe de dikişînin,  nakokî, dilzîzî, sosret, evîna nihênî û encama nedilkirî, kawikî, neçarî, xembarî û derdên têvel ên malbata Bundrenan di romanê de bi sadetî û reseniya zimanekî heremî, monologên hundirîn ên ji devê kesê yekem, hatine vegotin. Di romana ku ji serî heya dawî ji pêncî û neh beşan pêk tê û panzdeh kesayet carê dorê digirin û vedibêjin, şêwe û dîdeyeke tiraneyî digel karesatên mirovî tên. Rêbaza vegotinê ya Faulknerî di vê romana wî de jî bi cihêtiya perspektîfê têkeliya bergehê raber dike û bi herka hişmendiyê binhişa kesayetan kişif dike. Bêguman e ku rêbazên Faulknerî yên ezmûngeriya vegotinê palpişteke xurt dane ber pêla modernîzmê û ew kiriye yek ji kesên herî xuyanî, di wêjeya Emerîkî de ku bi vê jî nemaye, digel rêbazên xwe yên vegotinê, bi raguheztina jiyan, giyan û kes û mlbatên heremekê li nav metnê bûye rênîşandêr ji gelek nivîskarên di pey xwe re ku ew jî bûne deng û neynika herem, welat an parzemîna xwe.

Nivîskar

Kategorî

Weşanxane

Rûpel

232

ISBN

9786054497485

Ziman

Dibe ev jî bala te bikişînin!

Shopping Cart
Li Ber Sikratê - William Faulkner - pirtûkên kurdîLi Ber Sikratê
10.99