Ne Xema Zendikên Min e – Ciwan Qado
Eger te Xwest, ji rûyê balîfa min biçine
kulîlkên kovî,
yên bi devên sawêran dinorin.
Yan bihêle balîf sawêran bistrê
Kulîlk bi kulîlk.
Nizanim, ev serê min e yê ku gumanên te
dihêrin?
Yan gumanên min difiridin
Dendî bi dendî?
Te dît,
Sihara sibê
Qulingek di çavê te de diqunge
Bi çavê wî tu hîza rariziyayî û rengqetranîya
qinyatê dibînî.
Te bîra vê yekê biriye?
Bi kirasên maran rûber bibin nivîn,
Û tu rabî ser xwe û ji xewê bi sebirtir nebînî.
—————-
Ciwan Qado di sala 1980yan de, li bajarê Aamûdê yê Rojavayê Kurdistanê çêbûye. Li Şamê, li Zankoya, beşa Zanyarên Derûnî xwendiye.
Pirtûka bi navê ” Ne Xema Zendikên Min e” ya helbestvan Ciwan Qado di sala 2024 cara yekem ji weşanên Ramîna hatiye çap kirin.