Reîs Remezan – Ferhad Pîrbal
Ji soranî bo kurmancî: Eyup Subaşı / Çetoyê Zêdo
Le gerekî Teyrawe, beramber mizgewtî Hacî Ebdella, le kolanekey tenîşt Hemamî Muxtar, piyawêkî zigurtî dejiya. Temenî penca salêk; le polîsxanekey pişt gazînoy kurd û ereb muawînî polîs bû. Pêyan degot: Reîs Remezan… Xwa behrey ewey pê bexşîbû bitwanê xoy bikate dû-sê kesî dîke; wate tiwanay ewey hebû le yek kat da çend kesêkî dîkey wek xoy; le xoy da dirust bikat û berhelday dinyayan bikat.
Li taxa Teyraweyê, beramberî mizgefta Hacî Ebdella, li kolana tenişta Hemama Muxtar, zilamekî zigurt dijiya. Temenê wî pêncî sal bû; li polîsxaneya pişt gazinoya kurd û ereban, muawînê polîs bû. Digotine wî: Reîs Remezan… Xwedê behreya wê yekê bexşîbû wî, ku bikare xwe bike du-sê kesên din; ango hêza wê yekê di wî de hebû, ku di heman demê de çend kesên wek xwe; ji xwe dirust bike û wan berde dinyayê.
* Ev tenê destpêka çîrokê ye, edî bala we kişandibe ez dibêm hûnê bi xwendina wê hinekî din poetîka Ferhad Pîrbal binasin… Di kitêbê de wêneyên çîrokê jî hene, îca yên ku hê nexwendibin mabin, ew bi qîma xwe ne..
Çîroka bi navê Reîs Remezan ya Ferhad Pîrbal ji weşanên Avetsayê ye.