Teoriya Hînkirina kurdî – kurmancî – Resul Geyik
Hînkirina zimên ji roja ewil heya niha ji ber ku hînkirin li gorî çand, ziman û perwerdekaran diguhere mijara nîqaşê ye. Hînkirina Kurdî (Kurmancî) jî ji vê rewşê para xwe girtiye û di ser de jî li her herêman bi demên cuda û bi şêweyên cuda tê bikaranîn. Di vê xebatê de em ê bala xwe bidin ser perwerdehîya Kurmancî li Tirkiyeyê
Pêvajoya hînbûna zimên wekî zimanê ewil li ser rûyê dinyayê li gorî rêza guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsînêye. Guhdarîkirin û axaftin wekî tên zanîn bi awayekî xwezayî di nav malbat û civakê de, ‘xwendin’ û ‘nivîsîn’ jî bi awayekî sîstematîk di nav pergala dibistanekê de tên hînkirin. Ev rewş di zimanê kurdî de pirsgirêk e, gelek însanên li gund û bajaran mezin dibin bi hêsanî her du şîyanên ewil hîn dibin û bi kar tînin, lê ji ber ku perwerdehiya Kurmancî bi rêk û pêk, demdirêjî, sîstematîk û bifermî tune ye hînbûna zimên tê birîn û li ser her mirovî bandorên cuda derdikevin holê.
Ev pirtûka Teoriya Hînkirina kurdî – kurmancî ya Resul Geyik dibe alîkar ji bo fêrbûna zimanê kurdî.