29.99 

Pirtûk: Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestîyê
Nivîskar: Ferhad Ebdulhemîd Palewan
Cure: Ol/lêkolîn

Nemaye

Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestîyê – Ferhad Ebdulhemîd Palewan

Mebest ji berhevkirin ‌û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û rast bin. Ev agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl bidin sûdê ji ezmûna şaristaniya raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan serberjêriyan derxin. Bêguman ew zanist û felsefeya kevnar a bavanên me, bingeh û stûnên herî baş û herî bihêz in, ji bo qedera avahiya civaka me ya neteweyî.
Em çiqasî wê bingehê bihêztir û qayîmtir bikin, siberoja me ronîtir û geştir dibe. Berhema Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê der barê nijad û neteweya Zerdeşt, cih û war û dîroka jidayîkbûna wî li ber ronîya belgeyên dîrokî agahiyên berfereh radigihîne. Ev berhem bi awayekî berfereh mijarên weke binemala Zerdeşt û peyrewên wî, wateya peyva zerdeşt, dîrok û serdema derketina Zerdeş, fikir û nêrînên Zerdeşt, sedama nezanîna jidayîkbûna Zerdeşt, warê jidayîkbûn û kurteyek ji jiyana Zerdeşt, aramgeha Zerdeşt, fikir û ramanên Zerdeşt, nêrînên zanayan ên der barê Zerdeşt de, felsefeya Ola Zerdeştî, jiyan ji venêrîngeha Zerdeşt ve, başî û xerabî, diyalektîka rewan û raman di baweriya zerdeşt de, yekxwedaperestî û Ola Zerdeştî, Ahûra Mezda, bandora Ola Zerdeştî li ser olên din ên yekxwedaperestî, di Ola Zerdeştiyê de firîşte, yezd, pirtûka Avesta û şerha wê , raborî û çîroka Avestayê, der barê Ola Zerdeştıyê de zanyariyên giştî li xwe digre. Ev behrema ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan a ji aliyê Ferhad Ebdulhemîd Palewan ve hatiye amadekirin, ji bo ronîkirina mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê gelek dewlemend e û ji bo her xwînerekî kurd deriyekî agahiyê ye. Bi kurtî ji bo ku mirov ji her hêlê ve Zerdeştiyê nas bike berhemeke bêhempa ye.

Dibe ev jî bala te bikişînin!

Shopping Cart

تم إيقاف الطلبات مؤقتًا. سنعود قريبًا! Sparîş hatine rawestandin, em ê di demeke nêz de vegerin! Bestellungen wurden vorübergehend gestoppt. Wir sind bald zurück! Orders have been temporarily stopped. We’ll be back soon! Dismiss