Arvanekî ji peyvan – Ronî Elî
Peyv … Werisê zayîna ciwanîya xewnane.
Ji hûnandina peyvan, helbestek asoyên miçiqî derbas dike,
xewnên di nav destên demê da şîyar dike,
min ji min direvîne,
te li hêvîyên razayî dicivîne,
bi me, welatekî ji hevokên siberojê diafirîne..
Ji peyvan komehelbestek serê xwe hildide