Bayê Bakur – Axîn Welat
şewatên xwe di çermê min de
vemirîne bila gewdê min rizgar bibe
zengil di barînê de
lêdikevin…
bakur di destên te de radibe ser piyan
şaxekî kesk li ser milê min e
tavek baran di destên te de
û têra hemêzekirineke germ
bayê bakur bêdeng dimîne.