Bîna petêxan ji hêsirên min tê – Rênas Jiyan
Ez û zaroktiya xwe, êdî biqasî ku bibin xal û xwarziyên hev, ji hev dûr û biyanî ne.
Bîranînên min ev çend bêxwedî ne ku wek li çolê strîzerkeke ku êdî qert bûbe û pez pozê xwe jê daliqînin, û dewar mehdê xwe jê bixelînin.
Xayintiya herî mezin ew e ku mirov bi bîranînên xwe re xayin bikeve.
Mirovê herî xetere ew e ku xatirê bîranînên xwe nizanibe.
Ji wî mirovî dehbetir ti kes tune ye ku bê bîranîn mabe.