Bîst sal û êvarek – Sebrî Silêvanî
Romana Bîst Sal û Êvarek ya Sebrî Silêvanî. Sebrî Silêvanî nivîskar û romannivîs e ji başûrê Kurdistanê. Li sala 1972’an hatiye vê dunyayê. Li sala 1987’an dest bi nivîsê kiriye, yekemîn berhem li sala 1992’an belave kiriye.
Li sala 1992’an tev li xebata siyasî bû, belê ji ber rewşa awarte a başûrê welat û hindek sedemên siyasî, neçar bû ku koçberî Awrupa bibe. Heya sala 2006’an li welatê Holenda maye, evcar vegerya Başûr û aniha li devera Sêmêlê ser bi parêzgeha Duhokê ve, akincî ye.