Destpêka Romana kurdî – Kolektîf
Pirtûka Destpêka Romana Kurdî ya “Kolektîf”ekê ji nivîskaran ve hatiya amadekirin, lêkolînê li ser romana Kurdî û Romannivîsên Kurdî dike û ewa bi xwîneran dide nasîn.
Dema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de, di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de, li van sê welatan; Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye, dikin.
Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî, (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e.
Lê divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak: novellaya Ahmedê Hepo ya bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de; ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin.
Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne, li wê derê hatine dinyayê, perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine, piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara ‘ewil li derveyî wê erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak: romana Tosinê Reşîd Mestûre, di sala 2005an de li Hewlêrê çap bûye.
Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e.