Hefsar – Hesenê Metê
Û ev defter jî… li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse…. qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye.
De ev çi ye ji bo Xedê, ev çi ye ku ez hîn jî bi pey ketime. Ev çi defter e, ev çi qelem e, ev çi nivîsan e ku ez pê ve hatime gidêdan û xwe mijûl dikim, xwe dixapînim… bi gotinên pûç û vala!
Hefsar ya Hesenê Metê ji weşanên Peywendê ye.