Henasên Jiyanê – Narîn Omer Seyfedîn
çend henasên evîniyê:
koçberiya bê henas bê rêdan û bê deng derbasî henasên me bû, û şîrava pispisa evînî û aramiyê mijand û bê daqurtandin ew tevlî jehra penaberî û mişexityê werkir, û em jîndar bi tevahî yên canxweş û yên bêcan li kelek û gemiyên binyaniya nenas serrast kirin û em kirin dîlên lepên derya û daristanan mîna kerwanê bê şivan û semyan.
Doza jinê bi xurtî amade ye bi xweşî û nexweşiyên xwe ve.
Ev Romana bi navê Henasên Jiyanê ya nivîskar Narîn Omer Seyfedên mijara koçberiyê tevlî çend çîrokên civakî û gelêrî û kesayetî dike li ser ziman û ramanên lehinga romanên lehinga romanê û kesên dî bi çend tablozên wêjeyî û hunerî û cinavî.
Ez bi hêvî me cihê xwe di dil û ramanên we de bigire.