Ji nav şiîrên min – Şêrko Bêkes
Ji Soranî bo Kurmancî: Rûken Bağdu, Bedran Ehmed Hebîb
Ji nav şiîrên min
Eger ji nav şiîrên min
gul bavêjin derve
ji çar werzan
werzeke min dimire.
Eger yar bavêjin derve
duduwê min dimirin.
Eger nan bavêjin derve
sisiyên min dimirin.
Eger azadî bînin der
sala min dimire û
ez bi xwe jî dimirim.