Jinên Qatên Bilind – Helîm Yûsiv
“Cîhana Helîm Yûsiv a ekspresyonîst, cîhana nakokî û paradoksan e, cîhana xewn, binhişî û taswaseyê ye. Ji aliyekî ve realîst e û ji aliyê din ve surrealîst e. Nivîskar wan aliyan ji realîzmê dibe, ew ên ku xizmeta mecaz û fantaziyên cîhana wî dikin, wisa jî dest davêje wan aliyên surrealîzmê, ew ên ku xizmeta nakokî û paradoksên wê cîhanê dikin.”
Ji pirtûka Cîhana Helîm Yûsiv a Expressionismî ya Mihemed Mihyedîn Mîno, Sûriyê, 2004
Jinên Qatên Bilind jî yek ji berhemên nivîskar Helîm Yûsiv e, nivîskarê pirtûka Sobarto ya binavûdeng.
Helîm Yûsiv nivîskarekî kurd e ku di sala 1967an de li Amûdê (biniya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Zanîngeha Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî. Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de we.