kawayê Hesinkar – Şêrko Bêkes
Me pişta gunehkariyê
Û ya Ejdehak şikand.
Bila îro bibe cejna gel
Cejna jiyanê
Cejna Kurdên bindest.
Bila agirê vê Newrozê
Li ser çiyayên bilind ên welêt
Heta hetayê bişewite
Alava vî agirî bike hawar
Bibêje: Nêviyên ademîzad
Kurd bûn yên ku yekem serhildana
Şoreşa sor pêk tîne.