Lehengê Tazî – Keleşê Reş – Newaf Mîro
- “Xatûna jinebî û Keleşê sêwî li welatê ku roj bi roj ji dîrok û çanda xwe ve dûr diket. Li şûnwar û keleporiya şaristaniyan, bi çanda leşkerî û zorê, ya ji bo wan nû, ku ji aliyê beyaniyan ve li war û welatê şaristaniyan dihate misogerkirin. Ew çanda ji bo wan beyanî û xerîb, ya bi xwe re, nakokî û dijwarî di jiyanê da diafirandin. Ew pergala ku bi guhertina olî re, bira bi destê bira didane kuştin. Her weha mirovên ku ji dê û bavekî bûn jî, bi qelibandina olî re, ji hev re dibûn neyar. Di heman demê de, dibûn qesasê hev. Lewre bêbawerî û sîtemkarî serdest û desthilatdar bû. Lê dîsa jî Xatûn û Keleşê sêwî di jiyanê de, ji xwe re li cihekî ewle digeriyan. Lê bi mîrat û şûnvemayiyên ji bav û kalan, debara xwe di tenêtiya jiyanê de, weke dayik û kur li hev par ve dikirin.Xatûnê bi tîtaliya bejna Keleşî re, hêviyên xwe mezin dikir û dilorand. Ango hebûna Keleş sebr û aramî didane Xatûnê. Derfet û pergala serdest ji mirovan mirovekî din diafirandin û Keleşê piçûk ji cîhanê bêxem û hay, her li pey dayika xwe digindirî.Xatûn hem dayik, hem bav û hem jî mamoste û çavkaniya jiyanê bû.
Lê Keleş lawekî gelek çavnas bû yan jî, jîr bû. Di nav zarokan de her tim bi harbûn û fenên xwe dihate naskirin.”
Çîroka me bi vî avayî dest pê dike û gelo çawa Keleş dibe ” Lehengê Tazî ” em dê di vê kitêba bi navê Lehengê Tazî – Keleşê Reş ya Newaf Mîro de wan kirîtîkan bibînin!