Li Pey Bihostek Erd – Mehmet Akar
Romana bi navî “Li Pey Bihostek Erd” ya Mehmet Akar qala merivekî ku cotkar be, lê bê erd be û bi şopa bihostek erd ketî dike. Di navbera salên 1950-1960 an li herêma Semsûrê, pirsgirêkên sîyasî, civatî, olî, çandî û destpêka perwerda zimanî tirkî dike. Pirsgirên di navbera xwedan erdan û merivên bê erd de şîrove dike. Li herêmê damezrandin û sazîbûna dewletê şîrove dike. Qala Partiya Komara Gel û qala partiya nû ya bi navî Partiya Demokrat dike. Tiştên ku wê demê li herêma Semsûrê qewimî bi temamî welatê Kurdan mînak e. Ev roman heyama(dewr) tirkiyê wê demê tîne ber çavan.