li siya keziyan haya maçan ji min nîne – Azad Ekkaş
Her çend dipistiya,
di zarokatiyeke revînok de min serî lê da
min tilî li lêva jorîn da
ji nava temaberiyê nêrgizeke sîs serî
hilda,
Qonaxên heyvê ew derewîn derdixsit,
di civatên peqlîşkên Ava Reş û
serteşîkên Nebî Hûrî de
li dij radibûn:
Ew hêstireke heyveroneke zakçavî ye,
di her nîveheyveke re ji te re tîne
xwarinê
An jî sitara stêrkekî xuricî ye
li baniya darberûyeke Çiyayê Kurmanç,
ji kêfan, lingên xwe hêl dike
guh dide pistîna daxwazên te yên
dengnizm.
Ew xuricî
dema ji stêrkekê wêdetir xwe xwar kir.